Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina tûrîzma Tirk

Piştî ku komeke Kurdistaniyên ji Başûrê Kurdistanê li Trabzonê êrîşa linçkirinê li wan hate kirin, li ser tevna civakî banga boykotkirina tûrîzma Tirk hate kirin.

Komeke rojnameger, aktivîst û welatiyên BaşÛrê Kurdistanê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang kirin. Li ser vî bingehî di tevên civakî de kampanyaya  “#ناچین_بۆ_تورکیا”, “#StopVisitingTurkey”, “#BoykotTürkiye” hate destpêkirin.

Bi dehan kesên ji Herêma Federal a Kurdistanê çûn Ûzûngol a girêdayî navçeya Çaykara ya Trabzonê, hatin lînçkirin. Di nava koma ji 50 kesî pêk tê di nav de jin û zorok jî hebûn. Dema ku hinekan wêne dikişandin, bi hinceta ku atqiya li ser ‘Kurdistan’ hatibû nivîsîn, êrîşî wan hate kirin.