Li bajarê Hanaû êrişa çekdarî: 11 kes mirin -NÛ BÛ

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, li du deveran êrişeke çekdarî hate kirin û 11 kes mirin. Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan Kurd in.

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê doh êvarê du êrişên çekdarî pêk hatin. Tê gotin ku ji ber êrişê 11 kes mirine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Elman, êrişkar destpêkê avêt ser klûbeke nargîleyê ya li taxa Heumarktê. Piştre jî li devera Kesselstadtê ket navendeke bi navê Arena Bar û gule li derdorê reşand.

Li gorî agahiyan, 9 kes di êrişê de hatine kuştin.

Li gorî agahiyan bersûcê êrişê welatiyekî Elman ê nîjadperest Tobîas R. ye û serê sibehê li mala xwe tevî cesedekî din mirî hate dîtin.

Tobîas R. beriya êrişê nameyek li pey xwe hişt û tê de nivîsî, 'Biyaniyên ku nepêkane ji Elmanyayê bên dersînorkirin divê bên îmhakirin'.

Êrişkar serê sibehê tevî cesedê kesekî din li mala xwe mirî hate dîtin.

Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan Kurd in.