Li Babê serhildana li dijî dagirkeriyê!

Gelê Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê daketin kolanan.

Dîmenên ku li Qada Alem a dikeve navenda bajarê Babê yê di saet derdorî 20:30’î de hatin parvekirin, weke serhildanê hate pênasekirin.

Rê hatin girtin, tekere hatin şewitandin, bi dirûşman daxwaza derketina dagirkeran hatin qîrkirin. Wêneyên ku gihiştin ANF’ê li gelek nuqteyan agir hatiye dadan.

Îşev li gelek qadên di bin dagirkeriya Tirk de nûçeyên protesto, şer û êrîşên bombeyî hatin ragihandin.

Saet derdorî 19:20’î de li navçeya Şera ya Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirk de bû teqînek mezin pêk hat. Hate ragihandin ku teqîn li nêzî baregeheke ya artêşa Tirk pêk hatiye. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Li rojavayê Minbicê di navbera komeke çete ya bi navê Efhaf El Resûl û artêşa Tirk de şer qewimî. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer li gundê Sikeriyê qewimiye.