Li Avaşîn, Xakûrkê û Çelê çalakî: 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Avaşîn, Xakûrkê û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. HPG’ê got ku di çalakiyan de 8 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Avaşîn, Xakûrkê û Çelê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xist. Hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan û agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI AVAŞÎNÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 23’ê Hezîranê hêzên me yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê bi cih bûbû, xistin bin kontra xwe. Hêzên me ku demek dirêj yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe saet 14:20’an de bi serketî li wan da. Di çalakiyê de çeperên ku yekîneya dijmin diparast hate rûxandin, 5 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker ku di çalakiyê de derbeyek giran xwar bi obus, hawan û tankan herêm bombebaran kir. Yekîneya me ku çalakî li dar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.

LI XAKÛRKÊ ÇALAKIYA SEKVANÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 24’ê Hezîranê saet 02:00’an hêzên me li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyekî sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 24’ê Hezîranê (îro) saet 08:00’an hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Stûna ya sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Leşkerên dijmin ku ji bo parastina rê diçûn Girê Stûna hêzên me ew li tengava Zavîte kir hedef. Hêzên me bi serketî li yekîneya dijmin xist û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

LI HERÊMA OMERYA YA NISÊBÎNÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 12’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Omerya ya navçeya Nisêbin a Merdînê dest bi opereasyona dagirkirinê kir. Hêzên dagirker bi helîkopteran û balafirên şer herêma operasyonê bi giranî bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”