Li Atînayê ciwanên Kurd dest bi çalakiya bi kon kirin

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, çalakiya bi kon hate destpêkirin.

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya bi kon hate destpêkirin. Çalakî ew ê sê rojan bidome.

Çalakiya bi kon li Qada Sytegmayê hate destpêkirin, endamên tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê û dostên ji Yewnanistanê jî alîkariyê didin çalakiyê. Li standê posterên Ocalan û alayên KCK û PKK’ê hatin daliqandin û belavokên li ser tecrîda Îmraliyê hatin belavkirin.

Li qadê sirûdên neteweyî hatin lêdan û bi sloganan tecrîd hate protestokirin.