Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hate pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku ji aliyê leşkerên Tirk û cerdevanan ve hat windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 923'an de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'yan de li Siwêregê hatî windakirin pirsîn. Di çalakiyê de bûka wî Ayşe Taşkaya axivî.

‘JI ALIYÊ DEWLETÊ Û EŞÎRÊ VE BÛ HEDEF

Taşkaya da zanîn ku xwezûrê wê Huseyîn (42) bavê 4 zarokan bû û li Siwêregê mutahît bû û serpêhatiya windakirina wî wiha vegot: "Huseyîn dema mutahîtî dikir mafê wî hat binpêkirin. Huseyîn li dijî vê yekê derket. Ji ber vê sedemê Huseyîn ji hêla hêzên dewletê û eşîra Bucakê ve hedef hat nîşandan. Piştî demekî zext zêdebûn û malbat ji neçariyê koçberê Stenbolê bû. Lê Huseyîn bi xwe li Siwêregê ma. Di 6'ê kanûna 1993’yan de li taxa Baglarê bi 30 maşîneyan leşker, polîs û cerdevanên ku ji eşîra Bucakê bûn bi ser malê de girtin û Huseyîn destgîr kirin. Malbat serî li cendermeyan, emniyetê, dozgerî û walîtiyê dan. Rayedarên leşkeriyê da zanîn ku piştî demekî polîsan Huseyîn birinê. Emniyet jî diyar kir ku ne di destê wan de ye bila biçin ji Sedat Bucak bipirsin. Parlamenterê DYP'ê, reîsê eşîr û sercerdevan Sedat Bucak jî got ‘Belê ekîba me girt lê belê me teslîmê dewletê kir. Dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam ma. Êdî ji wê demê ve ji Huseyîn Taşkaya agahî nehat girtin."

 ‘LI PÊŞ ÇAVÊ HEMÛ KESÊ HATE REVANDIN, LÊ WEK ÎDIAYEK RAZBER HATE HESIBANDIN’

 Taşkaya da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê bûyer nekarî ronî bike û wiha domand: "Huseyîn Taşkaya li ber çavên malbat û şêniyên taxê hat destgîrkirin. Lê belê serdozgerî wek îdiayek razber nirxand û derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Ji bo veşartina sûc û revandina kesan derfet afirand. Di tîrmeha derbasbûyê de li gundê Tutumlu ya Curnê Reş a Rihayê gelek hestiyên ku aîdê mirovan hat dîtin. Malbata Huseyîn, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di 25'ê Tîrmeha 2022'yan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş da. Serdozgerî daxwaza testa DNA'yê kir."

 Ayşe Taşkaya got: "Di dernexistina rastiyan de dozger û dadger berpirs in. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo Huseyîn û kesên hatine windakirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin."