Li Aqûbeta Alî Tekdag pirsîn

Endamên Komeleyên Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo Alî Tekdag ê ku hatî nebedîkirin hatin cem hev.

Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 666’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî dane çapemeniyê. Xizmên windayan û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di çalakiyê de amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Piştre weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan.
Li ser navê Komîsyona Windayan Firat Berkpinar çîroka windayan xwend. Firat Bergpinar, anî ziman ku di hefteya 666’an de ji bo winda bên ditin û faîl bên darizandin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Di hefteya 666’an de ji bo em dîsa aqûbeta windayan bipirsin em li vir bi we re ne. Ji bo heqîqet cihê xwe bibîne û edalet pêk bê, ji bo rastî ronî bibe em her hefteyê li vir kom dibin. Em ê vê hefteyê aqûbeta winda Alî Tekdag bipirsin.”  
 
'EV LÊGERÎNEK PIR DEM DIRÊJ E'
 
Berkpinar, anî ziman ku di şexsê Alî Tekdag de aqûbeta kesên di salên 1990’î heta niha winda bûn û hatin qetilkirin dipirsin.  
Berkpinar, diyar kir ku Alî Tekdag di 13’ê mijdara 1994’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat windakirin û wiha berdewam kir: “Li gorî hevjîna Alî Tekdag Hatîce Tekdag bûyer wiha pêk tê: ‘Em di 13’ê mijdara 1994’an de bi hevre ji malê derketin. Heta Şekerbank a Deriyê Çiyê em bi hevre bi tirembêlê çûn. Piştre Alî got ‘5 deqîqeyan karê min heye. Tu raweste ezê bêm.’ 15 deqîqe şûnde hat  û di ber min re derbas bû. Min got ‘Alî’ û xwest raweste. Lê wî bi destê xwe ji min re got ‘Tu here’ 3-4  kesên bi çek ên sivîl li pey wî bûn. Dema Alî ket kuçeyê reviya. Lê yên bi çek ketin pey wî û gule berdan wî. Alî xwe avêt erdê. Kesên bi çek çakêtên wî ji wî kirin û li serê wî gerandin. Ew xistin hundirê bînayekê. Piştî 10-15 deqeyan tirembêleke sipî hat. Ew li tirembêlê siwar kirin û ber bi aliyê Hêzên Çevîk ve çûn. Dema ev bûyer pêk hat, li ber Şeker Bankê polîs û esker hebûn. Li gel wan kesan gule berdan jî van polîs û eskerên li ber bankê tu tişt nekirin. Roja din min serî li Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) da. Gotin ‘Here hêj bûyer nû ye hefteyek şûnde were.’ Lê ez hefteyekê nesekinîm. Ez 3 roj şûnde dîsa çûm. Piştî bûyerê ez her roj çûm. Piştî 2 mehan polîsê li ber derî xwe bi min re aciz kir. Piştre polîs ez derxistim dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ez şahid nîşan bidim. Got ne li cem me ye. Di heman demê de Seyfetîn Demîr ê li Girtîgeha Amedê ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsî û got ‘Ez û Alî Tekdag bi hevre hatin destgîrkirin.. Alî digot ‘Wê min bikujin, biçe ji malbata min re bêje,’ Li ser vê yekê em dîsa çûn cem dozger. Dozger got ‘Dosya Seyfettîn Demîr heye. Lê dosya aydî Alî Tektag tune ye’. Wê demê dozgeriyê navnîşana malbata me girt û got ‘Carek din neyê vir’ Ji wê demê heta niha tiştek nehatiye ronîkirin.” 
 
Berkpinar, bibîr xist ku ji wê demê heta niha malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê tu agahî bi dest nexistin û wiha bi dawî kir: “Malbatê ji ber ku di hiqûqa Tirkiyeyê de encam negirt serî li DMME’ê da. DMME’ê Tirkiye mahkûm kir. Em carek din dixwazin rastî bê ronîkirin û bersûc bên ditin û cezakirin. Em ji bo  Alî Tekdag edaletê dixwazin. Ji bo heqîqet ronî bibe em deqeyek çalakiya rûnuiştinê li dar dixin.”