Li Amedê atolyeya ‘Têkoşîna li Hember Hişmendiya Qeyûm’ hat vekirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê li Amedê bi sernavê ‘Têkoşîna li Hember Hişmendiya Qeyûm’ atolyeyek hat vekirin.

Atolyeya li Amedê ragihand ku wan di çarçoveya amadekariyên konferansa ku wê bê lidarxistin de bi dirûşmeya ‘Dem Dema Hilweşandina Rejîma Qeyûm û Avakirina Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk e’ atolye vekirine.

Endamên HDP’yî û dînamîkên civaka sivîl tevlî axaftina vekirinê ya atolyeyê bûn. Axaftin ji aliyê Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî û Rêxistinên Civaka Sivîl ya HDP’ê Tûncer Bakirhan hat kirin.

Bakirhan têkilî rehenda civakî ya rejîma qeyûm ya ku ji sala 2016’an heya niha didome nirxandin kir û di derbarê texrîbatên ku qeyûman afirandî de agahî da.

Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Hediye Karaaslan jî behsa êrişên qeyûman kir.

Di atolyeyê de li ser tiştên ku di dema yekemîn qeyûmî de pêkhatin û têkoşîna li hemberî qeyûmên wê demê, aliyên wekhev û cihê yên pêvajoya qeyûman a 2016-2019’an, rejîma qeyûm ya ku li Tirkiyê weguheriye rêveberiyekî domdar û rêçareyên derbaskirina hişmendiya qeyûman weke senavan gotûbêj hat kirin.