Li Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin û di hucreyên yek kesî de tên ragirtin

3 Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê dihatin ragirtin, sirgûnê girtîgehên din hatin kirin.

Di 10’ê Mijdarê de 3 girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Amedê, sirgûnê girtîgehên li bajarên cuda hatin kirin. Hinceta sirgûnkirina girtiyan nehat zanîn. Hat zanîn ku di dema sirgûnê de nehiştine ku girtî kel û pelên xwe, bi xwer bibin.

Ji girtiyan Ferhat Onkol sirgûnê Kurkçuler a Edene û Omer Ezer jî sirgûnê Ereglî ya Konyayê hat kirin, lê nehat zanîn ku Mahmût Karahan sirgûnê kîjan girtîgehê kirine. Hat zanîn ku girtiyên hatin sirgûnkirin, li hucreyên yek kesî tên ragirtin.