Li Amed û Wanê Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan didome

Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ên li Amed û Wanê birêve dibin dom dike, careke din hat xwestin ku girtî serbest werin berdan.

Malbatên Girtiyan di roja 55’an a Nobeta xwe ya Edaletê de xwestin ku daxwazên wan bi cih werin û wiha bang kirin: “Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li avahiya Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 55’emîn de berdewam dike. Îro xizmên girtiyan serdana çalakiya nobetê kirin.

Xizma girtî Necla Ozel, diyar kir ku rewşa zarokên wan nebaş e, dema wan dibin nexweşxaneyê bi rojan dihêlin karantînayê de. Ozel, dazanîn ku li girtîgehan zext her ku diçin zêde dibin û wiha got: “Her tim hejmar tê kirin. Ne pirtûkên wan ne jî tiştên din didin wan. Du sal in em zarokên xwe nabînin. Çima dengê me nayê bihîstin, çima herkes bêdeng e? Zarokên me çikirine? Têkoşîna ku zarokên me dane têkoşîneke mafdar e. Em heta dawiyê li pişt zarokên xwe ne.”

Xizma girtî Reşahat Ada jî dazanîn ku çalakiya wan di roja 55’emîn de berdewam dike û wiha axivî: “Bila zextên li ser zarokên me êdî bi dawî bibin. Ji xwe cezayên wan xelas bûne lê nayên berdan. Tedawiya zarokên me nayê kirin. Heta ku Wezareta Dadê gavekê neavêje wê nobeta me bidome. Zarokên me çikirine? Em tu car paş ve gavê naavêjin.”

Xizma girtî Hazal Yildirim jî xwest ku dengê wan were bihîstin û wiha got: “Em naxwazin darbestên zarokên me ji girtîgehê derkevin.”

Malbatên girtiyan ku li Wanê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" di roja 31'an de domandin serdana şaxên TÎHV û TTB'ê yên Wanê kirin.  

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 31'an de berdewam dike. Malbatan, îro serdana şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ( TÎHV) ya Wanê û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê kirin.

Di serdana Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê de Serokê Odeyê Dr. Huseyîn Yavîç axivî û ev tişt got: "Rexmî ku gelek raporên tipa edlî yên girtiyên nexweş hene û divê ku li derve tedawiyên wan bên kirin jî di şertên ne guncav de tên girtin. Divê ji bo girtiyên nexweş gavên pêwîst bên avêtin. Em jî piştgiriya çalakiya dayikan dikin."

Di serdana TÎHV'ê de jî Rêveberê Şaxa TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek, destnîşan kir ku ew ê şopdarê girtiyên nexweş bin û wiha axivî: "Ji bo ku girtî mafên xwe yên herî bingehîn bi kar bînin divê astengî ji holê bên rakirin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em ê di vê pêvajoyê de li cem we bin."