Li Amed û Mêrsînê girtina 16 rojnamevanên Kurd bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Di daxuyaniyan de rojnamevan axivîn û gotin ku heta hempîşeyên me werin berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.
AMED
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGKP), ji bo balê bikêşînin li ser rewşa 16 rojnamevanên bi operasyonekê li Amedê hatin destgîrkirin û girtin li ber buroya JINNEWS’ê daxuyanî da. Gelek rojnamevan û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, rêvebirên Rêxistina HDP’ê ya Amedê, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê 16 rojnamevanên girtî hat hilgirtin û pankartê ‘’Çapemeniyê azad nayê bêdengkirin’’ nivîsandî hat vekirin.
'DIVÊ TORA PIŞTEVANIYÊ BÊ AVAKIRIN’
Di daxuyaniyê de gelek rojnamevan axivîn û gotin: “16 hevalên me yên hatin girtin, niha rojnamevanên li vir nûçe dişopînin çi dikin, wan jî heman tiştî dikir. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê her rojnamevaniyê bikin. Em banga piştevaniyê li hemû beşên civakê û rêxistinên rojnamevanan dikin. Divê hemû alî xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo ku rojnamevan dikaribin pîşeya xwe bidomînin pêwîste tora piştevaniya rojnamevanan were avakirin.”
Rojnamevanan xwest hempîşeyên wan ên hatin girtin demildest bên berdan û ew ê li ber zextan têbikoşin û ew ê li ser rêça Apê Mûsayan rojnamevaniyê bikin.
‘HETA AZADIYÊ TÊKOŞÎN‘
Piştî axaftina rojnamevanan herî dawî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu axivî û got ew carek din dibêjin ku rojnamevanî ne sûc e û wê her vê yekê bibêjin û heta hevalên wan girtî bên berdan û azad bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Rojnamevanên li Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina 16 hempîşeyên xwe dan. Di daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê hate kirin de pankarta “Rojnamevanî ne sûc e. Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin û dowizên “Ji rojnamevanan re azadî”, “Em naxwazin rojnamevan di girtîgehê de bin”, “Rojnamevantî nikare were zîndanîkirin” , “Mafê agahî girtinê nikare were kelemçekirin” hatin hilgirtin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak û gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn.
‘EM Ê BIBIN DENGÊ KESÊN LI DIJÎ ZILMA ZALIMAN TÊDIKOŞIN‘
Di daxuyaniyê de rojnamevan axivîn û destnîşan kirin ku bi zext û destgîrkirinên li ser çapemeniyê dixwazin çavên hemû civakê bitirsînin. Bi domdarî rojnamevanan wiha got: “ Lêpirsîn û girtinên ji ber xebatên hempîşeyî der barê rojnamevanan tên destpêkirin êrîşa mafê agahî girtin û çapemeniya azad e. Tirkiye di mijara çapemeniya azad de di nav 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Li dijî zîndanîkirina çapemeniya azad ji partiyên muxalîf heta rojnamevanan heta cemiyetê kesên bêdeng in bila vê ji bîr nekin ku li welatekî ku çapemenî lê azad nebe nikare qala demokrasiyê bê kirin. Ev ne pirsgirêka me rojnamevanan tenê ye pirsgirêka 84 milyonên li Tirkiyeyê dijîn e. Ji ber vê yekê ji bo parastina mafê demokrasî û nûçe girtinê yê gel em bang li hemû partiyên siyasî, saziyan û welatiyan dikin ku li dor têkoşîneke hevpar bibin yek. Em rojnamevan em ê bibin dengê kesên li dijî zilma zaliman têdikoşin, jinan, karkeran, kedkaran, KHK’iyan, gelê Kurd, baweriyên tune tên hesibandin, kesên ji bo xwezaya xwe li ber xwe didin û hemû bindestan.”
Piştî axaftinan rojnamevanan girseyê bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin” berz kir, daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.