Li Amed û Enqereyê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê

Di Nobeta Azadiya ku ji bo Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci li Amed û Enqereyê hat destpêkirin de wiha hat gotin: “Em bi Mamoste Şebnem re ne.“

Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo azadiya Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku ji ber axaftina xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî hat girtin, dest bi nobetê kir. Di Nobeta Azadiyê de pankarta li ser "Em li cem jiyan û heqîqetê ne. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye" nivîsandî hat vekirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û nûnerên gelek saziyan tev li nobetê bûn.

Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba anî ziman ku Şebnem Korûr Fîncanci bi salan e ji bo mafan têdikoşe û wiha got: "Mamoste Şebnem bi salan e ji bo mafan têdikoşe. Bi salan li dijî neheqî û nehiqûqiyê têkoşiyaye. Di vê heyamê de her kesî ditepisînin. Lê wê kesên didin dû heqîqetê her tim hebin. Em ê ji bo heqîqetê bitêkoşin."

Paşê Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn jî destnîşan kir ku gotinên Fîncanciyê gotine azadîxwaz û demokratîk in û got: "Em li pişt van gotinan in."

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya KESK'ê Varol Oztorûn jî bi lêv kir ku desthilata AKP'ê ji têkoşîna TTB'ê nerihet dibe. Oztorûn bib îr xist ku li Tirkiyeyê gelek nobetên edaletê hene û bal kişand ser lêgerîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşarê. Oztorûn wiha got: "Em ê heya dawiyê van nobetên edaletê biparêzin. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên di çarçoveya etîka pîşeyî de hat girtin. Her wiha peyam da derdorên bindest ên vî welatî jî. Têkoşîna mamoste Şebnemê xurt e. Em baş dizanin ku wê nobedên edaletê bi ser bikevin û AKP têk bişikê."

Sekreterê Giştî yê Tum Bel Senê Yilmaz Yardimci jî destnîşan kir ku Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku rastî gotine armanc hatiye girtin û got ku girtina wê nayê qebûlkirin.

Di dawiya Nobeta Azadiyê de kart ji xebatkarên tenduristiyê yên girtî re hatin şandin.

WE HER HEFTE LI ENQEREYÊ JÎ NOBET BÊ GIRTIN

Li Enqereyê jî ji bo Seroka Konseya Navenda TTB’ê li Enqereyê dest bi Nobeta Azadiyê hat kirin.

Li Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) dest bi nobetê hat kirin. Desteya Rêveber a Navendî ya TTB’ê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Karên Giştî (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tev li nobetê bûn. Nobet heta ku Fîncanci bê berdan wê her hefte bê kirin.