Li Amed û Êlihê li aqûbeta kesên hatine windakirin hate pirsîn

Li Amedê li aqûbeta Alî Tekdag û li Êlihê jî li aqûbeta Ahmet Yetîşên ku hatine windakirin, hate pirsîn.

AMED

Malbatên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 718’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin û vê hefteyê li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn. Tekdag di 13'ê Mijdara 1994'an de piştî li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hatibû destgîrkirin û dûre hatibû windakirin. 

Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mûtaş diyar kir ew ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li pey kesên hatine windakirin bin û got “Em dizanin ku birayê min hatiye destgîrkirin lê dewlet hêj jî înkar dike. Ez heqê xwe helal nakim. Em xilas nabin, em pir dibin, şîn dibin û naqedin. Birayekî min jî sala 1993’yan hate qetilkirin. Em gor û hestiyên xwe dixwazin. Heta faîl neyên cezakirin em dest ji tekoşîna xwe bernadin.”

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Alî Tekdag ê di 13’yê Mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hatiye windakirin xwend. Akdenîz, xwest ku berpirsyar bên tespîtkirin û darizandin. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan.

Di çalakiya ku rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên Bajêr, Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan û endam û rêveberên ÎHD'ê tev li bûn de, li aqûbeta Ahmet Yetîşkîn hate pirsîn. Ahmet Yetîşkîn di 14'ê Mijdara 1994'an de hate destgîrkirin û careke din agahî jê nehate stendin.

Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Abdûrrezak Katmaz, diyar kir ku heta faîl bên dîtin wê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Katmaz, dû re çîroka Ahmet Yetîşen ê hatiye windakirin xwend. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.