Li Afyonê greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 23’emîn de didome

Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonê greva birçîbûnê di roja 23’emîn de didome. Girtiyan bang li saziyan kirin ku bila bihistyar tevbigerin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonê ji ber ku alavên şexsî yên girtiyan tên desteserkirin, înfaza girtiyan tê şewitandin û hejmartina li ser pêyan tê ferzkirin, di 25’ê Gulanê de greva birçîbûnê ya bêdawî hatibû destpêkirin. 10 girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne. Girtiyê bi navê Mehmet Alî Kayan di telefonê de ji malbata xwe re got ku “Divê daxwazên girtiyan were qebûlkirin û ev lêferzkirin biqedin. Bila êşkence bisekine.”

Kayan diyar kir di 25’ê Gulanê de wan bi 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û niha hejmara wan bûye 10 û got “Ji ber ku hejmartina li ser pêyan tê ferzkirin, pirtûk tên desteserkirin, name nayên dayîn, daxwazên neqlê nayên qebûlkirin, ji kêfî girtiyan dixin hucreyên yekkesî û înfaz tên şewitandin, me dest bi grevê kir.”

Girtiyê bi navê Mehmet Alî Kayan banga bihistyariyê li saziyan kir.