Li Ûtrecht û Nurnbergê ji bo Şengalê çalakî hatin lidarxistin

Êrişa ku dewleta Tirk li Şengalê kir, li bajarê Ûtrecht ê Hollandayê û li bajarê Nunberg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Li bajarê Ûtrecht ê Hollandayê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Şengalê û boykotkirina malên Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li Jaarbeûrspleînê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û şervanên li Şengalê şehîd bûn hatin hildan û êrişên Tirkiyeyê hatin bibîrxistin.

Çalakgeran bal kişandin ser berpirsyariya dewletên Ewropayê ya li pêşberî van êrişan û destnîşan kirin ku di bingeha êrişên Tirkiyeyê de xweranegirtina li hebûna Kurdan heye.

Kardo Başûr bi navê Komîteya Amadekar axivî û anî ziman, ku ji her demê bêhtir pêwîstiya wan bi yekîtiya neteweyî heye û divê li dijî êrişên Tirkiyeyê têbikoşin.

Ji partiya Greon Lînksê jî Serpîl Ateş axivî, êrişa li Şengalê şermezar kir û anî ziman ku êrişên li dijî sivîlan ne yên qebûlkirinê ne.

Di mijara boykotkirina tûrîzm û malên Tirk de jî xwest ku ji bo tûrîzmê Tirkiye neyê hilbijartin.

Hate destnîşankirin ku pereyê ji bo tûrîzma Tirk diçe dibe fîşek û li Kurdan vedigerin.

Qisekeran her wiha diyar kirin ku hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên navneteweyî yên li herêmê ji ber ku li dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan nedan bi qasî Tirkiyeyê sûcdar in û hate destnîşanikrin ku yekane rêya li dijî van êrişan pêkanîna yekîtiya neteweyî.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

NUNBERG

Çalakiya li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî li qada Lorenzkîrcheyê bû. Êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de alên YBŞ'ê hatin hildan û bêdengiya li pêşberî êrişê hate şermezarkirin.