Li Ûkraynayê di hilbijartinê de partiya Zelensky bi ser ket

Li Ûkraynayê di hilbijartinên giştî de partiya Serokkomar Zelensky bi rêjeya 44 ji sedî yê dengan bû partiya yekemîn.

Di hilbijartinên parlamentê de ku rêjeya tevlîbûnê 50 ji sedî bû tenê pênc partî ji benda 5 ji sedî derbas bûn.

Partiya Serokkomar Volodîmîr Zelensky 'Xizmetkarê Gel' (Sluha Narodu) di navbera 43 û 45 ji sedî deng wergirt.

Alîgirên Rûsyayê 11,5 ji sedî, partiya Serokkomarê berê Petro Porochenko 9 ji sedî û partiya Yûliya Tîmoşenko jî 8 ji sedî yê dengan wergirtin.

Tê gotin, partiya ku stranbêjê rockê yê Ûkraynayî Svîatoslav Vakartchoûk di meha Gulanê de ava kir 6 ji sedî yê dengan wergirt.

Volodîmîr Zelensky ku komedyeneke di hilbijartinên serokkomariyê de bi rengekî surprîz 73 ji sedî yê dengan wergirtibû û bi ser ketibû.