Li Şengalê agir li dexl û dan ket

Li Şengalê ji ber agirê derketî zeviyan gelek dexl û danê xelkê şewitî.

Li herêma di navbera komalgeha Xanesor û bajarok Sinûnê yên Şengalê de agir li zeviyan ket. Ji ber agirê derketî gelek dexl û danê xelkê şewitî.

Şewata ku ji ber germbûn û kontaka deraseyê derketî û girt dexl û qeselê hişk û di demeke kurt de bi alîkariya bayê berbelavî qadeke fireh bû.

Piştî ku xwediyê derase û dexlan agahiya şewatê da, di serî de tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Sinûnê û Xanesorê gelek wesayîtên agirkujî û tankerên avê, dîsa hêzên asayîş û YBŞ, xelkê herêmê çû ji bo agir vemirînin.

Piştî ku hewarî gihişt cihê şewatê bi destwerdanê re di demeke kurt de şewat hat tefandin û kontrolkirin. 

Li gorî agahiyên xwediyê dexl û dan û deraseyê dayî şewat, ji ber kontaka li ber devê deraseyê derketî pêk hatiye û bi alîkariya bayê jî di demeke kurt de berbelav bûye. Lewma ajotkarê derasê û xwediyê erdê nekariye agir bitefîne û hewariya xwe giyandiye Saziya Agirkujiyê û Asayîşê.

Di emcama şewatê de ziyaneke mezin pêk hat, gelek dexl û dan her wiha beşeke deraseyê jî şewitî.