Li Şemzînanê koordîneya operasyonê hate kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî yekîneyeke leşkerî ya artêşa Tirk ku li Şemzînanê operasyon bi rê ve dibir çalakî li dar xist. Koordîneya operasyonê û 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn.

Operasyona artêşa Tirk ku ji 8’ê Tebaxê be li Şemzînan, Colemêrgê dayî destpêkirin didome. Şevê dî li dijî koordîneya operasyonê ya li qada Bote ya Şemzînanê çalakî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji jêderên xwecih wergirtin hêzên gerîla şevê dî saet 18.00’an li qada Bote çalakiyek li dijî navenda operasyonê pêk anî. Di çalakiyê de di nav koordîneya operasyonê jî 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn.

Leşkerên kuştî û birîndar şevê dî bi derengî bi helîkoptêran ji herêmê hatin rakirin. Diyar bû ku tevgera hewayî li herêmê berdewam e.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Li hêla dî li herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên gerîla duh çalakî kirin. Derbarê encamên çalakiyê de agahiyeke teqez diyar nebûye.