Li Şehbayê cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyên şervana YATʹê Berfîn Bîlal (Rojeng Rifet) û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulmenan Seydo (Ebû Seyf) û Mistefa Mihemed (Seyfedîn) bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin.

Şervana Yekîneyên Antîteror ên girêdayî QSDʹê Berfîn Bîlal (Rojeng Rifet) 15ʹê Adarê di encama qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulmenan Seydo (Ebû Seyf) û Mistefa Mihemed (Seyfedîn) 22ʹê Adarê dema erka xwe ya leşkerî li Bendava Tişrînê ya Minbicê pêk dianîn, şehîd bûn.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê her sê şehîdan wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê ve bi rê ketin. Li goristanê jî merasîmeke hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Hesen axivî, sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.

Hesen bal kişand ser komkujiya li Cindirêsê ya şeva Newrozê û got: "Serhildana niha ya li Cindirêsê îsbat dike ku Kurd li dijî qirkirina etnîkî xeta berxwedanê didomînin û nahêlin ku dagirker û çete meşaleya Newrozê ya li hemberî hêzên tarî vemirînin."

Ji fermandarên YPJʹê Rohilat Efrîn jî anî ziman ku fedakariyên şehîdan îsrara wan a tolhildanê û rizgarkirina herêmên dagirkirî zêde dike.

Rohilat Efrîn bal kişand ser gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û wiha domand: " Dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna planên xwe yên vegerandina împratoriya osmanî li ser hesabê gelê herêmê de berdewam e. Beriya du rojan careke din gef li herêmê xwarin. Em jî jê re dibêjin bi rihê gelê berxwedêr ev plan wê têk biçin û wê tevahî herêmên dagirkirî rizgar bibin."

Di merasîmê de ji rûspiyên eşîra Elbû Xemîs, Elî El Xemîsî axivî û banga xwedîderketina li serhildana li  Cindirêsê ya li dijî dagirkeran kir.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Ehmed nasameyên her sê şehîdan xwendin û dan malbatên wan.

Di dawiyê de cenazeyê her sê şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin.