Li Îzmîrê xizmên windayan ji bo Ferhat Tepe li hev civiyan

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîr û xizmên windayan ji bo Nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe li hev civiyan ê ku bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.

 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, di çalakiya îro de bal kişandin ser kuştina Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hat revandin û bi êşkenceyê hat kuştin.

Komîsyona windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin," li pêş Sumerbank  a Berê ya Konaka Îzmirê çalakiya xwe berdewam kirin. Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan pankarta "Winda diyar in, faîl li ku ne?" vekirin. Di çalakiyê de Nûnerên HDK, ESP û HDP'ê û gelek nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser kuştina Rojnameger û Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de hat kuştin. Nûnerên ÎHD’ê xwestin kujer bên dîtin û darizandin.

Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli, diyar kir ku bi salan e aqûbeta windayan dipirsin û ji bo faîl bên darizandin têdikoşin. Canli, anî ziman ku Tepe di 28'ê Tîrmeha 1993'an de li Navenda Bedlîsê ji aliyê kesên bi çek ên wekî polîsên sivîl dihatin zanîn hat revandin û wiha got: "Piştî 3 kesên çekdar Ferhat Tepe Revandin bi telefonê li Serokê DEP'ê yê Bedlisê Îshak Tepe geriyan û xwestin li hemberî Ferhat Rêxistina DEP'ê ya Bedlisê bigirin an jî pere bidin. Îshak Tepe, anî ziman ku dengê kesê li ser telefonê dişibiya General û Fermandarê Tugaya Zirxî ya 6’emîn a Tetwanê Korkmaz Tagma. Malbata Tepe piştre serî li Şaxa Asayişê ya Bedlisê, Midûriyeta Polîsan a Bedlisê, Walîtî û Serdozgeriyê dan. Dîsa serî li Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Rewşa Awarte dan û xwestin kurê wan bê dîtin. Lê bi israr destgîrkirina Ferhat înkar kirin. 13 roj şûnde cenazeyê Ferhat Tepe ku êşkenceyeke giran lê hatibû kirin, li Goristana Bêkesan a Xarpetê hat dîtin.

Canli, ani ziman ku piştî malbatê doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM). Canli, anî ziman ku ji ber Tirkiye lêpirsîna pêwist nemeşand, DMME Tirkiye mahkûm kir.

 Canlı, herî dawî destnîşan kir ku doz bê hiqûq bi sedema demboriyê hat girtin û got "Ev yek nayê qebûlkirin."