Li Îzmîrê siyasetmedarên jin hatin bibîranîn

Li Îzmîrê siyasetmedarên jin ên li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bernameya bîranînê de wiha hat gotin: "Bi qetilkirinê em naqedin. Em ê ji bo domandina têkoşîna wan jinan xwe bi rêxistin bikin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku di 4'ê çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê çileya 2013'yan de li Parîsê hatin qetilkirin bernameya biranînê li dar xist. Her wiha dayika Denîz Poyraz a ku di 17'ê hezîrana 2021'an de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme Poyraz jî tevlî bernameyê bû.

‘EM Ê XWE BI RÊXSITIN BIKIN‘

Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur axivî û bal kişand ser qetilkirina siyasetmedarên jin. Besriye da zanîn ku li hemberî têkoşîna jinan qetlîm pêk tên û got: "Çawa kuştina Denîz Poyraz bi plankirî hat kirin, qetîamên din jî bi plankirî hatin kirin. Li Fransayê ji hêla komekê ya girêdayî hikûmeta Tirk ve hat kirin. Lê belê em dibînin ku darizandineke baş nayên kirin û her tên bincilkirin. Li Silopiyê Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo alîkarî bibin taxek din hedef hatin kirin. Lê belê ev qetlîam ne yên ewilî ne. Niha li girtîgehan jinên ku ji bo azadiya jinan li ber xwe didin bi mirinê re rûbirû ne. Lê em ê ji bo domandina têkoşîna wan jinan xwe bi rêxistin bikin."

‘BI KOMPOLOYEK HEVKAR HATIN QETILKIRIN‘

Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî di bernameyê de axivî û got: "Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi komployeke hevkar a Tirkiye û Fransayê ve hatin qetilkirin. Her sê jin ji bo jiyaneke bi rûmet di nav têkoşînê de bûn. Ne koletî jiyan bi rûmet tercîh kirin û canê xwe feda kirin. Em têkoşîna xwe silav dikin."

Piştî nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi dawî bû.