Li Îzmîrê Nobeta Edaletê berdewam dike

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 77’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê ya Tîpa F’yê berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 77’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê ya Tîpa F’yê berdewam kir. Di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin û dirûşm berz kirin. Rêveberên HDP’ê yên navçeya Çîgliyê jî piştgirî dan malbatan.

Hevseroka HDP’a Navçeya Çîgliyê Leyla Tufan di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan û ji bo êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin divê edalet bicih were.

Dayika girtî Sultan Yagmekan jî axivî û anî ziman ku nobeta wan edaletê 3 mehên xwe tije dike lê rayedaran denge wan nebihîstiye û got: “Min duh bi şev lawê xwe di xewna xwe de dît. Nexweş bû. Lê li gel xewn bû jî ez kêfxweş bûm ku ez ê lawê xwe bibin nexweşxaneyê. Ez ji vir bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikim, zarokên me berdin. Ez bang li Hasan Alî Haydar jî dikim, destê xwe ji ser zarokên me rake. We zarokên xwe di vî halî de bidîta we yê çi hizir bikira. Destê xwe deynîn ser wîjdana xwe. Bila êdî cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Ji me çi dixwazin? Heta kengê wê wisa dewam bike.”