Li Îzmîrê gelek ciwan hatin destgîrkirin

Rêxistina ciwanên sosyalîst ji bo bal bikêşînin ser êrîşên kîmyewî, qanûna sansurê, girtinan û qetlîama li Bartinê pêşangeha wêneyan li dar xistin û piştre xwestin bimeşin. 20 endamên rêxistinê hatin destgîrkirin.

Rêxistinên ciwanên sosyalîst ên li Îzmîrê, ji bo bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, qanûna sansurê, girtinan û qetlîama madenvanan a li Bartinê, li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Alsancakê merasîma pêşangeha wêneyan li dar xistin.

Di çalakiyê de wêneyên 9 rojnamevanên hatin girtin û Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TBB), madenvanên li madena li Bartinê hatin qetilkirin û yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û dovîzên li ser hatibûn nivîsîn, “Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye”, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye”, “Rojnamevanên hatin girtin, ne bi tenê ne” û “Ya li Bartinê ne qeza bû, qetlîam bû” hatin hilgirtin. Di merasîmê bê navber dirûşmeyên “Rûmetê mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.

Endamên rêxistinên ciwanan têkildarî qanûna sansurê, girtinan û qetlîama li Bartinê axivîn piştre xwestin bi dovîzên di destê xwe de bimeşin. Polîsan destûr neda meşê û ciwan dorpêç kirin.

Piştre polîsan êrîşê ciwanan kir û 20 kes bi êşkenceyê destgîr kirin.

20 kesên hatin destgîrkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecîkê. Piştre wê ji bo kar û barên îfadegirtinê, ciwanan bibin emniyetê.