Li Îzmîrê bal kişandin ser qetlîama li Basa

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişandin ser qetlîama li Basa yaku dewletê Tirk kiribû û got “Ji kesên qetlîam kirine heta kesên fermana wê dane, divê hemû berpirsyar werin darizandin.”

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Bila winda bê dîtin, faîl bên darizandin” li pêş Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê.  

Di daxuyaniyê de pankartên “Winda wijdan in xwedî lê derkeve” û “Winda diyar in faîl li ku ne” hatin vekirin. Endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAY-DER) piştgirî da çalakiyê. 

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli tiştên di komkujiya Basayê de qewimîn vegotin. Canli, da zanîn ku di 10’ê Çileya 1996’an de leşkeran bi ser gundên Gêrê û Yatagan ên navçeya Basa de girtin û cerdevanên bere Abdûllah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytûllah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Orûç birin Tabûra Jendirmeyan a Taşkonakê û ew bi îşkenceyê li wir qetilkirin. 

Canli, bi lêv kir ku piştî komkujiyê şûna berpirsyaran kesên ku gotin faîl dewleta kûr e hatin darizandin û wiha axivî: “Di serlêdanên malbatan ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de Tirkiye sûcdar hat dîtin. Em dixwazin ku ji kesên qetlîam kirine heta kesên fermana vê komkujiyê dan hemû berpirsyar bên darizandin û ev bûyer bê ronîkirin.”