Li Îranê ji bo azadiya Îsmaîl Ebdî kampanya hate destpêkirin

Ji bo mamoste Îsmaîl Ebdî, ku bi îdîaya "gefê li ewlekariya neteweyî dixwe" ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin, kampanya hate destpêkirin.

Ji bo azadiya Serokê berê yê Komeleya Yekîtiya Mamosteyan Îsmaîl Ebdî, hempîşeyên wî dest bi kampanyayekê kirin.

Komek ji mamosteyên li Tehranê, bi rêya medya civakî kampanya "Cihê mamosteyan girtîgeh nîne" dan destpêkirin û ji Wezareta Edaletê ya Îranê xwestin, ku Ebdî tavilê were berdan. Li gorî agahiyên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine dayin, heta niha 12 hezar kes tevlî kampanyayê bûne.

Ebdî, ji ber ku mafên mamosteyan û newekheviya li nava civakê rexne dikir, di Mijdara 2016'an de ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta "gefê li ewlekariya neteweyî dixwe" hate girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Ebdî li qewîşa 350. a Zîndana Evîn tê girtin û ji bo bêhiqûqiya lê hatiye kirin şermezar bike, ev 22 roj in di greva birçîbûnê de ye.