Li Îranê hêzên rejîmê êrîşî gel kir

Li Ehwazê ya ku zêdetir gelê Ereb lê dijî, hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya gel kir a ku li dijî encamên hilbijartina meclîsên bajaran nerazîbûna xwe nîşan didan.

Li Îranê di 19'ê Gulanê de bi hilbijartina serokkomariyê re hilbijartina  meclîsên bajar û gundan hatibû kirin û hîleyên di hilbijartinê de hatine kirin jî derdikevin holê. Piştî îxlalên hilbijartinê yên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Ehwaz ya ku piranî gelê Ereb lê dijî, gel nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartinê da û hêzên rejîma Îranê êrîşî gel kir.

Li bajarê Ehwaz yê girêdayî eyaleta Xuzîstanê ye û dikeve rojhilatê Îranê, piranî gelê Ereb lê dijîn. Li gorî encamên destpêkê hatibû diyarkirin ku 13 delegeyên Ereban ji bo meclîsa bajêr hatine hilbijartin. Lê di daxuyaniya fermî ya piştre de hat diyarkirin ku tenê 3 delegeyên Ereban hatine hilbijartin. Li ser vê beriya 2 rojan li bajêr çalakiyan dest pê kir.

Çalakî ev 2 roj in berdewam dike û  îro hêzên rejîma Îranê êrîşî çalakgeran kir. Çavkaniyên ku agahî dane ANF'ê  diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê êrîşî gel kir ên ku li ber qaymeqamtî û Komîsyona Hilbijartinê ya Ehwazê kom bûbûn. Hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne. Li aliyê din rejîmê endamên îstixbarata Îranê Îtlaat û polîs ji bo taqwiyeyê şandiye bajêr.

Çavkaniyên ku agahî dane ajansa me gotin ku qeymaqam qebûl kiriye ku di hilbijartina endamên bajaran de hîle hatiye kirin. Tê diyarkirin ku ji dengan ji sedî 70 hatine dizîn. Li aliyê din ajansên ku nêzîkî Îranê tên dîtin, Ajansa Nûçeyan a Îranê (ÎRNA) Ajansa Nûçeyan a Fars (FHA) û Ajansa Nûçeyan a Mehr ragihandin ku li Ehwazê 'îxlalên hilbijartinê' hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya fermî, 10 kesên ku tê îddîakirin ku hilbijartina meclîsa bajaran qezenc kirine jî girêdanbûna wan bi rejîmê re heye. Li bajarê ku zêdetir nifûsa wê gelê Ereb e alozî berdewam dike.