Li Êrîvanê Festîvala Debrê

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê ji sala 2014’an ve Festîvala Debrê (Çandinî, Palehî, Çinîn, Hilberin û hwd) pêk tê. Îsal Kurd jî beşdarî festîvalê bûn û eleqeyek mezin nîşanî standên Kurdan hate dayîn.

4’emîn festîval ji aliyê rêxistina civaka sivîl Green Lane ve hate organîzekirin. Festîval du rojan dom kir û gelek komên cotkaran beşdarî festîvalê bûn.

Yekîtiya Jinên Azad (YJA) û Komiteya Kurdistan ya Ermenistanê standên ku çand û mitfaxa Kurd dide naskirin vekirin, li aliyê din standa parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojnameya Zagros ku li Ermenistanê weşandê dike hate vekirin. Eleqeyek mezin ji bo standa parêznameyên Ocalan hate nîşandan.

Hevserokê Komîteya Kurdsitan Sîlo Dîrboyan ji ANF’ê re axivî û diyar kir cara destpêkê beşdarî festîvalekî wiha bûye.

Dîrboyan wiha domand; “Dibin ala me de nasandina çanda me cihê keyfxweşiyê ye. Nîşandana ked û çandên cuda yên kom û gelên cûda gelek girîng e. Li aliyê din eleqeya mezin a ji bo standa parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî nîşandan em gelek pê keyfxweş bûn.”

Endama Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Ermenistan Lîanna Mhoyan jî wiha got; “Ev festîval bi armanca têkiliya di navbera hilberîner û mezêxer de, heman demê pêşxistina karê destan, nêzikbûna mirovan a ji bo jiyana gundan tê lidarxistin. Li Ermenistaê 11 qewmê gel heye. Em Kurdên li Ermenistanê dijîn ji bo nasandina çanda xwe, xwarina Kurdî, lîstokên Kurdî bi tîma xwe beşdarî vê festîvalê bûn û me xwest em çanda xwe bidin nasîn. Di standê me de eleqeyek mezin ji bo standa parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.”

Endama Komîte Kurdistan Mîrazê Kerem jî ev tişt got; “Em cara destpêkê beşdarî festîvaleke wiha dibin. Em spasiya gelê Ermenî dikin ku fersendekî wiha dane me. Lê Rêber Apo û şervanên wî em Kurd ji cîhanê re dane nasandin. Em her tiştî deyndarê Rêber Apo ne.”

Festîval li Erîvan English Park hate lidarxisitn, hemû qewmên li Ermenistanê dijîn bi kincên xwe beşdarî festîvalê bûn. Li ser navê Kurdên li Ermenistanê jî Koma Folkorê ya Elegez beşdar bû. Eleqeyek mezin ji bo lîstikên Grup, Gîranî, Şemamê, Zeynê û Baso hate nîşandan.

Xeleta serketinê ji bo koma folkorê ya Elegez hate dayîn.