Li Êlihê îskeleya avahiyê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê di avahiya Camiya Esentepeyê de îskele hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Êlihê di avahiya Camiya Esentepeyê de îskele hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji 20 karkerên ku di encama hilweşîna îskeleya înşaetê ya Camiya Esentepe ku li taxa Gultepeya Êlihê tê çêkirin de birîndar bûbûn, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 20 karker jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Veysî Kaydul û Yusuf Çelîk (44) ên ku rewşa wan giran bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku Kaydul û Çelîk ji Çewligê ne û cenazeyê wan piştî otopsiyê wê teslîmî malbatên wan were kirin.