Li Çiyayê Bagokê şerekî giran diqewime

Li çiyayê Bagokê yê li Nisêbînê ji 6'ê Mijdarê û vir ve liv û tevgera leşkerî dewam dike. Li herêmê şer û bombardûmaneke giran heye.

LI ÇIYAYÊ BAGOKÊ LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ

Li bejahiya çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji 6'ê Mijdarê û vir ve liv û tevgera leşekrî dewam dike.

Şivanên li ber pezê xwe bi gefa leşkeran ji herêmê hatin derxistin. Hate ragihandin ku herêm ji bo 4 rojan li şivanan hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyan li herêma Barajînê şer û bombardûmaneke giran heye.

Hate ragihandin ku li bejahiya çiyayê Bagokê leşker li qada ku gorên şehîdên PKK'ê lê ne bi cih bûne.