Gerîlayên HPG'ê li Çewlik û Dersimê li ‘Yekîneyên veşartî’ dan

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Çewlik û Dersimê li ‘Yekîneyên veşartî’ yên artêşa Tirk a dagirker dane.

Di daxuyaniya îro ya NÇR’ê ya HPG’ê de têkildarî çalakiyên li qada Zapê û Çewlik û Dersimê agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sîvîlekî bi navê Nazim Bîlen li Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

QADA ZAPÊ

Operasyona artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku di 16’ê Hezîranê de li ser qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, hê jî didome. Li hemberî vê operasyona dagirkeriyê çalakiyên hêzên me jî didomin.

Di 23’ê Hezîranê de di saet 14.30’an de hêzên me li hemberî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê leşkerek hatiye kuştin.

Hêzên me di 24’ê Hezîranê di saet 14.00 û di 25’ê Hezîranê di saet 10.00’an de li hemberî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Xeyrî û Qela Bedewê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin.

LI ÇEWLIKÊ LI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ DAN

Di 23’ê Hezîranê di navbera gundên Ramarê û Gemevîl ên Dara Hênê ya bi ser Çewlikê, hêzên me yekîneyek veşartî xistine bin kontrola xwe. Gerîlayên me piştî şopandina vê yekîneyê di saet 23.00’an de ji nêz ve li yekîneya veşartî da. Li vê derê yek jê serbaz bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin û 3 jê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakiriye û bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

DI ÇALAKIYÊN LI DERSIMÊ DE 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 24’ê Hezîranê li nêzî gundê Ûzûntarla yê Dersimê hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk xistiye bin kontrola xwe û di saet 20.20’an de çalakiyek li ser vê yekîneyê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sîvîl ji qadê derxistiye.

Di 19’ê Hezîranê de artêşa Tirk li qada Derekoy a Xozatê ya bi ser Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Di saet 16.00’an de hêzên me li hemberî yekîneya veşartî ya vê operasyonê li nêzî qereqola Amûtka çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk  a dagirker piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye û bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Di 20’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Kobra li qada operasyonê daye û di heman rojê de beşeke operasyonê paş ve kişiyaye.

LEŞKERÊN TIRK SÎVÎLEK QETIL KIR

Di 19’ê Hezîranê de artêşa Tirk sîvîlekî bi navê Nazim Bîlen ê ji gundê Osyanê ya bi ser Qilebanê ya Şirnexê li gundê Mijînê qetil kiriye. Artêşa Tirk vê qetilkirinê dixwaze têxê stûyê hêzên me. Tu eleqeya gerîllayên me bi vê bûyerê re tune.