Li Çemê Merîçê herî kêm 10 penaber winda bûn!

Li Edîrneyê, herî kêm 10 penaberên ku dixwestin bi botê ji Çemê Merîçê xwe bigihînin Yewnanîstanê, winda bûn.

Penaberên ku hewl dan ji Çemê Merîçê derbasî Yewnanîstanê bibe, bota wan noqî binê avê bû. Bûyer serê sibehê saet 5'an qewimî. Jin û zarok jî di nav de herî kêm 10 kes winda bûn. Rayedaran dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Di dema lêgerînê de botek û kincê ku tê texmînkirin ê penaberan e hatin dîtin.