Li 3 navendên Ewrûpayê civînên gel ên ji bo hilbijartinê

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê û li bajarê Rennes ê Fransayê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Rotterdamê yê Hollandayê civîna gel hate lidarxistin û şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandin hate kirin.

Di civînê de Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û got, “Îro em bibîranîna şehîdan û rojeva hilbijartinê bi hev re dikin. Divê em ji bîr nekin ku hindik maye em têkoşîna şehîdên xwe tacîdar bikin. Têkiliya berxwedana Kobanê û Efrînê bi vê hilbijartinê re heye. Bi vî giyanê berxwedanê em dikarin di van hilbijartinan de bi ser bikevin.”

Sariyildiz got ku Kurd, Elewî, Suryan û sosyalîst bi vî giyanê berxwedan bûn yek û nêzî serfiraziyê ne.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî têkildarî hilbijartinê civîneke gel hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca jî tevlî civînê bû. Konca bang kir ku bila demokrat, şoreşger û kesên aştîxwaz di bin banê HDP’ê de werin ba hev û got, “Divê em destûrê nedin ku Erdogan û MHP îradeya gelê me careke din xesp bikin.”

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê jî şehîdên meha Gulanê hate bibîranîn. Piştî civînê xwarina fitariyê hate dayîn.

Di civînê de Mele Mûhîttîn Kûrtay axivî û got ku, “Şehîd di vê têkoşîna me de, ew ê her dem dilê me de bijîn.” Kûrtay diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê gelekî girîng e û got, “Heke vê firsenda dîrokî ji aliyê gelên Kurd û gelên mazlûm baş werin bikaranîn ew ê qedera gelan biguhere.”