Li 3 bajaran azadiya girtiyên nexweş hat xwestin

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi çalakiyan azadiya girtiyên nexweş hat xwestin.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 435'emîn de ji bo balê bikêşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ferît Orak ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî.

Çevîrmen, diyar kir ku Orak ji sala 2009’an û vir ve girtî ye û anî ziman ku tevî 11 sal in divê ji destên xwe emeliyat bibe jî emeliyata wî nehatiye kirin. Çevîrmen, da zanîn ku ji ber janên zêde û stresa zêde hin nexweşiyên wî yên jê xelas bûyî dîsa lê nû bûne.

Çevîrmen, anî ziman ku tevî van nexweşiyên giran divê di 16’ê Kanûna 2022’an de hatibûya berdan lê desteya çavdêrî û îdareyê ya girtîgehê bi biryarên razber berdana wî heta 16’ê Adara 2023’an taloq kir û got: “Ev biryara ku bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ hatiye dayîn bandoreke nebaş li tenduristiya wî dike. Ev biryar nayê qebûl kirin, divê Orak demildest were berdan.”

ÎZMÎR

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 267’emîn de çalakiya xwe ya ji du hefteyan carekê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler (82) ê li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R tê ragirtin.

Çîçek bal kişand ser neheqiya li girtiyên nexweş tê kirin û heta ku helwesta Saziya Tiba Edlî û desthilatdariyê ev be wê girtiyên nexweş rewşa wan giran bibe û bimirin.

Çîçek da zanîn ku yek ji van girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e Siddik Guler e ku ji sala 1994’an ve girtî ye û nexweşiyên wek hipertansiyon, dil û romatîzma biîltîhap pê re heye û her tiştî ji bîra dike û êdî hatiye wê astê ku nikare biaxive. Çîçek anî ziman ku ew bi zehmetî bi rê ve jî diçe û nikare xwe li ser pêya bigire. Çîçek da zanîn ku her ku diçe rewşa jiyana Guler di bin xetereyê de ye û xwest demildest bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 563’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte pêk tînin, li ber avahiya komeleyê lidarxistin. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin. Ji bilî parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn”, “Bila Emîn Gurban ê nexweş were berdan” hatin berzkirin.

Seroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da. Yolerî diyar kir ku girtiyê nexweş Emîn Gurban nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, zehmet li ser piyan disekine û bi tena serê xwe nikare paqijiyê bike û li xwe binêre. Yolerî da zanîn ku Gurban ê 26 sal in di girtîgehê de ye di 6’ê kanûna 2022’an de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û qala nexweşiyên wî kirin.

Daxuyanî bi çepik û berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.