'Leyla Guven xwedawenda azadiyê ye'

Çalakiya li navçeya Ehdas a Şehbayê ya ji bo xwedîderketina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja xwe ya 6’emîn de didome.

Berxwedaniya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome. Li herêma Şehba jî Kongra Star ji bo xwedîderketina li berxwedêrên grevê birçîbûnê û rojiya mirinê 6 roj in di nav çalakiyê de ne.

Çalakî li navçeya Ehdas a Şehbayê pêk tê. Îro jî bi tevlîbûnê endam û xebatkarên meclîsa kantona efrînê çalakî di roja xwe ya 6’emîn de didome.

Li vir endamên meclîsa kantona Efrînê yên ku tevlî çalakiyê bûne ji ANF’ê re axivîn û xuya kirin heya tecrîd bi dawî nebe, xwedîderketin, piştgirî û çalakî jî bi dawî nabe. Çalakvanan teqez kirin ku li gorî me Leyla Guven xwedawandiyê azadiyê ye.

‘ME XWEST DENGÊ XWE BIGIHÎNIN LEYLA GUVEN’

Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nûrşen Hisên axivî û got: “Em endamên Kongra Star û Meclîsa Kantona Efrînê me xwast ku dengê me jî bighêje berxwedêrên greva birçîbûnê. û rojiya mirinê ku em bêjin ji bo tecrîda li ser Serok Apo re êdî bes e. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gel e, ji ber ku Rêber Apo ne kesek e.

‘JI BO AZADIYÊ MIRINÊ DIDIN BER ÇAVÊN XWE’

Hisên di berdewamiya axaftinê xwe xuya kir ku pêwîste cîhan şerm bikE ku xwediyê felsefeya mirovahiyê di nav çar dîwaran de ye û wiha domand.”Komploya ku li ser Rêber Apo ne tenê li ser kesayeta wî bû, ew komplo li ser hemû gelên bindest û gelên ku li azadîxwaz bû. Ji bo wê jî rojiya mirinê tê weteya ku em dikarin ji bo azadiya xwe mirinê bidin ber çavên xwe.”

 ‘LEYLA GUVEN XWEDAWENDA AZADIYÊ YE’

Hisên anî ziman ku di vê serdemê de şermeke mezin e ji cîhanê re ku çalakvan şehîd dibin û wiha pêde çû: “Hisên teqez kir ku; ji dîrokê re şerme ku çalakvan şehîd bibin û wiha got:”Heval Leyla li gorî me xwedawandiya azadiyê ye û mohra xwe li dîrokê da. Niha tenduristiya wê di xeteriyê de ye û her wiha ji dîrokê re şerme ku ger Leyla Guven û hevalên wê şehîd bibin.Heta azadiya Seroka Apo çalakiyên em wê bidomin.

‘ÇALAKVAN KANIYA JIYAN Û BERXWEDANÊ NE’

Endama maclîsa Kantona Efrînê Zelox Bekir axivî û wiha got: “Em jinên Efrînê, têkoşîn, kar û xebatên li Şehbayê ku ji bo azadiya Rêber Apo her diçe xurtir dibe. Berxwendiya ku hevalên grevê birçîbûnê pêktînin, kaniya jiyanê û berxwedaniyê ye. Em jinên Efrînê heta azadiya Seroka Apo em ê li ber xwe bidin.

‘HETA AZADIYA RÊBER APO Û EFRÎNÊ ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN’

Endama meclîsa Kantona Efrînê Birîvan Hisên jî xuya kir ku Leyla Guven xwedawenda azadiyê ye û wiha domand: “Heta azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û Efrînê nebînin, em ê her tim di nav çalakiyan de bin.”

Di dawiyê de Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen axivî û wiha got:”Çalakiya me ji protestokirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ye.

‘DIJMIN JI RAMANÊN RÊBER APO DITIRSIN’

Hesen têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev got: “Rêber Apo sîstema kaptalîst û desthilatdarî baş fêm kir û çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re dît, ji bo wê jî, ji dewletên desthilatdar hat xwastin ku Rêber Apo bixin zîndana Îmraliyê.” Hesen bal kişand ser şoreşa Rojava û got: “Ji ber ku Şoreşa Rojava bi ramanê Rêber Apo li ber xwe da û encam girt, tecrîdeke giran li ser hate kirin. Gelê Rojava bi ramanê Rêber Apo perwerde bûye, ji bo wê wê projeya Sûriyeyeke demokratîk û civakeke azad tine nebe.”

Herî dawî Hesen anî ziman ku berxwedana bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkirî wê bi ser bikeve.