Leyla Îmret xelata xwe diyarî şehîdên Cizîrê kir

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ya ku bi ji aliyê AKP’ê ve qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin, li Berlînê xelata Carl Von Ossîetzky ya Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî wergirt. Îmret xelata xwe diyarî şehîdên xwerêveberiyê yên Cizîrê kir.

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ya ku navenda wê li Berlîna Elmanyayê ye, li ser navê parêzvana mafên mirovan a Elman, Car von Ossîetzkyê xelatê dide parêzvanên mafên mirovan. Saziyê çend roj berê diyar kir ku wan xelata 2018’an de dane Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvana mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl.

Leyla Îmret di sala 2014’an de bûbû hevşaredara Cizîrê lê piştre ji aliyê AKP’ê ve ji peywirê hatibû stendin. Rayedarên Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî diyar kirin ku Îmret bi rêjeya 83 ji sedî hatibû hilbijartin û got ku “Îmret ji bo pêşveçûna Cizîrê û jiyaneke wekhev têkoşiya.”

‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’

Pisporê hiqûqê yê navneteweyî Profesor Norman Paech di merasîma xelatdayînê de axivî. Paech bal kişand ser şerê li Kurdistanê yê ku Erdogan dike û berxwedana gelê Kurd.  Prof. Paech diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û divê di navbera PKK û dewleta Tirk de jî hevdîtin werin kirin.

‘EZ DIYARÎ ŞEHÎDÊN CIZÎRÊ DIKIM’

Îmret di merasîma xelatdayînê de diyar kir ku ew ji ber vê xelatê serbilind e û spasî li Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî kir.

Piştî merasîma xelatdayînê Leyla Îmret ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew vê xelatê diyarî şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û bi taybetî diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê dike. Îmret diyar kir ku ew xelata xwe diyarî parlementera HDP’ê Leyla Guven dike a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Îmret got ku, “Heke îro em vê xelatê distînin, ev bi saya têkoşîna rêzdar Ocalan pêk tê. Ji ber vê jî divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin.”

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî li ser navê nivîskar, rojnamegera Elman Carl von Ossîetzky ji sala 1962’an û vir de xelatê dide. Carl von Ossîetzky li dijî rejîma Naziyan têkoşiyabû û di sala 1936’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin. Ossîetzky ya ku dema hewl dida ji Naziyan bireve, ji ber êşkenceyê bi weremê rehmet kiribû.