Leşkeriya Tirk red kirin û tevlî nav refên gerîla bûn

Ciwanên ku leşkeriya dewleta Tirk, ku şerê Kurdan, gelên herêmê dike û li dijî demokrasiyê şer dike, red dikin ku leşkeriya dewleta Tirk bikin û tevlî nav gerîla dibin.

Li Kurdistanê ev bi dehan salan e ku şerek didome. Bi destê artêşa Tirk nîjatperestî û sûcê dijî mirovahiyê têne kirin. Di vê rejîmê de ku leşkerî polîtîkaya dewletê ye ciwan ber bi şerekî qirêj ve têne tehfdan.

Hijmara ciwanên ku li dijî AKP’ê ku dixwaze bi kirinên faşîzan li Kurdistanê serweriya xwe deyne, red dikin ku leşkeriya dewleta Tirk bikin û tevlî nav gerîla dibin her ku diçe zêde dibe. Gerîlayên HPG’ê Fedekar Diyadîn û Helwest Partîzan jî leşkeriya Tirk red kirin û tevlî nav refên gerîla bûn. Du gerîlyan ji ANF’ê  gotin bê ka çima wan leşkeriya Tirk red kiriye.

Gerîlayê HPG’e Fedekar Diyadîn ku 2015’an ji Agiriyê tevlî nav gerîla bû, dema ku ji bo leşkeriyê bang lê dikin diçe mieyene dibe û piştre biryara xwe diguherîne û li şûna ku leşkeriya Tirk bike berê xwe dide nav qadên gerîla.

Diyadîn wiha behsa tevlêbûna xwe ya nav gerîla dike: ‘’Min nikarîbû leşkeriya dewleta Tirk bikira. Ji bo ciwanekî Kurd çûna leşkeriya Tirk îxaneta li doza xwe ye. Ji ber ku ev 40 sal in ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê heye. Gerîlayên PKK’ê ji bo welatê xwe û gelê xwe têkoşîna azadiyê dide. Min nikarîbû berê çeka xwe bidim wan kesan ku ji bo azadiya min şer dikin. Ez ciwanê Kurd jî, ez hatim cihê ku ez şayanî wê me û di nav refên gerîla de ez ê têkoşîna xwe bidomînim.’’

Gerîla Diyadîn wiha bang li ciwanên Kurd dike: ‘’Ciwanên Kurd divê neçin leşkeriya Tirk nekin lê divê xwe tevlî nav têkoşîna azadiyê bikin. Ciwan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku bi konsepta şerê giştî êrîş dibine ser tevahiya Kurdistanê, divê tevlî nav refên gerîla bibin û têkoşîna azadiyê bidin.’’

Helwest Partîzan jî ku bi eslê xwe ji Rihayê ye û li Dîlokê mezin bûye, leşkeriya Tirk red kir û 2017’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, nav refên gerîla. Partîzan got, ‘’Divê ez ne bi wan re bibim yek ku li dijî gelê min, welatê min dijminatiyê dikin, divê ez bi wan re bibim yek ku ji bo azadiya gelê min û welatê min têdikoşin.’’

Gerîlayê ciwan Partîzan wiha dom kir ‘’Dema ku ez ê biçûma leşkeriya Tirk min biryara xwe guherand û tevlî nav refên gerîla bûm. Ji bo ciwanekî Kurd ku biçe leşkeriya Tirk û li dijî PKK’ê ku ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe, şer bike ev exlaqî ye, îxanet e. Ji bo vê jî ez hatim cihê ku ez layiqî wê me. Di nav refên gerîla de ez bi rastiya xwe re hevrû bûm. Helbet li vir min ji nêz ve hovîtiya dijmin jî dît. Niha min fêhm kiriye ku min çi qasî biryareke rast daye ji bo ku tevlî nav refên gerîla bûme.’’

Partîzan got ew pê şanaz û serfiraz dibe dema ku li dijî faşîzama dewleta Tirk şer dike; ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurdistanê her cure îmha û înkarê dike û komkujiyê rewa dibîne.

Partîzan bang li ciwanên Kurd dike û wiha dibêje: ‘’Bila ciwanên Kurd baş li dîroka xwe binerin. Bila li paşerojê binerin û li siberoja xwe bifikirin. Di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk li dijî Kurdan û Kurdistanê şerekî ev çend mezin dike, ciwanên me qebûl dikin ku bêdeng bimînin? Li şûna li dijî hişmendiya faşîst a ku  bêyî bibêje ev zarok e, yixtiyar e li ser gelê me komkujiyê dike, li ber xwe bidin, xizmetê ji wan re bikin, ev li ciwanên Kurd tê? Ciwan weke her demê divê di eniya berxwedanê de bi çalakî cihê xwe bigirin û li dijî dijminê xwe divê têkoşîneke xurt bide.’’