Leşkeran êrîş bire ser girtiyê nexweş

Li Bûrsayê dema ku 6 girtî birin nexweşxanê leşkeran dijûn li wan kirin. Her wiha derb li girtiyê nexweş Idrîs Başaran dan.

Diyar bû 6 girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H'yê ya Bûrsayê diman, dema ku birine nexweşxanê leşkerên Tirk dijûn li wan kirine.

Parêzeran diyar kirin 4 leşkerên Tirk ên ku çawîşên pispor in girtiyê nexweş Idrîs Başaran jî di nav de êrîş birine ser girtiyan û derb li wan dane. Başaran ev 25 sal in girtî ye, nexweşiyên bronşîta kronîk, fetisokîbûnê, zerikîbûnê, fitiqa stû û newqê pê re hene, xwîn ji zikê wî diçe. Parêzeran diyar kirin Başaran piştî êrîş nema dikarî xwe li xwe bigire.

Her wiha hate gotin girtiyan ji nexweşxanê xwestine ku rapora ku derb li wan dane, bistîni lê doktor jî bi nêzîkatiyeke nîjatperest û faşîstî nêzîktêdayin li girtiyan kiriye.