Lİ Colemêrgê ciwanek hate înfazkirin!

Leşkerên rejîma Tirk a dagirker li navçeya Robarok a Colemêrgê ciwanê Kurd ê 16 salî înfaz kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro saet li dor 3'yê danê esir eskeran li gundê Bêruhê 3 ciwanên ji bo geştê û berhevkirina berûyan derketibûn, guleberan kirin. Di gulebarana leşkeran de Ozcan Erbaş ê 16 salî birîndar bû. Sabrî Erbaş ku biraziyê xwe yê gule li pişta wî ketibû hil girt got: "Ji bo geştê û berhevkriina berûyan 3-4 kes çûbûn Bêruhê. Lê leşkeran ew gulebaran kirine. Qereqola Mamreşan û ya Gerdînê ew gulebaran kirine. Piştî em pê hesiyan em çûn. Em û leşker ketin qirika hev. Nehiştin em dest bidin birîndarê xwe. Alîkarî jî nedikirin. Min ew li pişta xwe kir heya ser rê anî. Guleyek li pişta wî ketibû. Me ji bo otopsiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê."

Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî derbarê bûyerê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Cardin ciwanekî Kurd, cardin înfazeke bêwijdan. Îro li gundê Biroxê yê Rûbarokê leşkeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt. Em dizanin, wê cardin wan bi zirxa bêcezatiyê biparêzin. Lê sed sal jî derbas bibe em ê hesab bipirsin."