Kûrtûlan: Êşkence li girtiyan tê kirin

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Fatma Kûrtûlan a HDP'î got, kiryarên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştine asta êşkenceyê û diyar kir, ku di encamê de girtî jiyana xwe ji dest didin.

Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan; mûayeneya destgirêdayî, sermijartina li ser piyan, astengkirina mafê hevdîtinê yê malbatê. Kûrtûlan got, êdî têkildarî mirinê jî lêpirsîn nayê meşandin.

Parlamentera HDP'ê ya Mersînê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Fatma Kûrtûlan li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Kûrtûlan diyar kir ku weke Komîsyona Girtîgehê ya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê wan vê mehê cara sêyemîn serdana girtîgehan kirine û anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan gihîştiye asteke cidî. Kûrtûlan ragihand ku wan di dema hevdîtina bi girtiyan re rapor jî amade kirine û got, "Li Tekîrdagê beriya çend mehan hate gotin ku Vedat Erkmen întixar kiriye. Hevalên wî yên koxûşê gotin, kesên ji 'îstîxbaratê' çend caran hatin û Vedat Erkmen derxistin derve, sîxurî lê ferz kirin. Gelek mirov hebûn ku ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan û ji bo wan hate gotin 'întixar kirine'. Bi kîjan sedemê dibe bila bibe bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan û berpirsyar jî Wezareta Edaletê ye."

KIRYARÊN KÊFÎ GIHÎŞTINE ASTA ÊŞKENCEYÊ

Kûrtûlan diyar kir ku kiryarên kêfî yên mîna; mûayeneya kelepçekirî, sermijartina li ser piyan, astengkirina hevdîtina malbatê gihîştine asta êşkenceyê û got, "Nêzîkatiyên ku li rûmeta mirovan nayên. Li hemberî van nêzîkatiyan dema berxwedan tê nîşandan, hingî jî li girtiyan tê xistin."

GIRTIYÊN NEXWEŞ JI MIRINÊ RE TÊNE HIŞTIN

Kûrtûlan diyar kir ku girtiyên nexweş bi taybetî dixin rewşeke welê ku tedawiya wan êdî nabe; ji bo çûyîna revîre jî bi mehan têne rawestandin û got, "Girtiyên nexweş gotin 'em bên sewqkirin jî dereng têne sewqkirin, mûayeneke bê kirin jî nayê kontrolkirin, bê kontrolkirin jî derman nayê dayin, derman bê dayin jî di dema xwe de nayê dayin'." Kûrtûlan desntîşan kir ku ji ber vê yekê temamiya girtiyên nexweş ji mirinê re têne hiştin."

HEWLDANA JI BO ÇOKDANÎNÊ, SERÎTEWANDINÊ

Fatma Kûrtûlan destnîşan kir ku li dijî girtiyên siyasî polîtîkaya çokdanînê, serîtewandinê û tunekirinê tê meşandin û bi bîr xist ku bicihkirina girtiyan li girtîgeheke bi hezar kîlometreyî dûrî malbata xwe, teqez ji bo qutkirina têkiliya bi malbatê re ye.

Kûrtûlan bi bîr xist ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyekî edlî bi êrişa gardiyanan hate qetilkirin û got, "Ne li bûyerê hate pirsîn, ne lêpirsînê hate kirin ne jî li ser rawestiyan. Agahdariya şaş hate kirin. Wezîrê Edaletê agahdariya şaş kir, Midûrê Giştî yê Girtîgehan agahdariyeke cuda kir. Hinekan karîbû bigihînin raya giştî ku êşkence li wan hatiye kirin, lê belê bûyer nayên lêkolîn û lêpirsîn."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ GIRANTIR KIRIN

Kûrtûlan bal kişand ser Meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku armanca meşê aştî û edaleta ji bo Tirkiyeyê bû. Kûrtûlan got, "Çima tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan û sê girtiyên din tê ferzkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê biryara şer hate dayin. Demokrasî, maf, hiqûq hemû danîn aliyekî. Di pêvajoya herî hov û berfireh a şer de israr dikin. Tecrîda li Îmraliyê jî di vê çarçoveyê de girantir dikin."