Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê daketin qadan

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi Efrînê re meşek hate kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Salzgitter û Hannoverê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel li ber HBF li hev civiya û dest bi meşê kir. Di meşê de li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê gelek belavok hatin belavkirin û pankarta bi nivîsa "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hate hildan. Piştre mîtîngek hate kirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

STOCKHOLM: Êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe danê nîvro li meydana Norra Bantorgetê li hev civiyan û alên PKK, YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala hildan. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ferah Bozcali û Ridvan Altûn li qada çalakiyê axivîn û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk kiriye mînak dan. Di çalakiyê de bang li gelê Swêdê û hemû Kurdistaniyan hate kirin ku Tirkiyeyê boykot bikin. Çalakgeran her wiha tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin bê berdan.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê meşek hate kirin û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst careke din hatin şermezarkirin. Meşê ji Lautenschlageyê dest pê kir û pankarta bi nivîsa "Keine waffen an die Turkei, Efrin Ferteidigen" hate vekirin. Çalakgeran alên YPG û YPJ'ê vekirin û dirûşm qîriyan. Polîsan 3 xwepêşandêr bi hinceta ku dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan e destgîr kirin. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" êrîşa destgîrkirinê ya polîsan şermezar kir.

BERLÎN: Êrîşên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê hatin şermezarkirin. Çalakgerên ku li ber dêra hilweşiyayî li he civiya, piştî mîtîngê meşiya. Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil û Nûnerê Komîteya Têkiliyên Derve ya NAV-DEM'ê li qala çaakiyê axivîn. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bila dagirker ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.