Kurdistan û zimanê Kurdî maf û heqîqet e

Endamê Komîsyona Zimanê Kurd a Baroya Amedê parêzer Mehmet Arak destnîşan kir ku Kurdistan û zimanê Kurdî ji azadiyê wêdetir maf û rastiyeke.

Piştî ku dikandarê Sêrtî Cemîl Taşkesen ê ji Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener re got "Ev der Kurdistan e" hate destgîrkirin, Hîndekarê Zanîngeha Firatê Hîfzûllah Kûtûm bi hinceta parvekirina 'Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be, bijî Kurdistan' ji aliyê rektoriyê ve ji wezîfeyê hate girtin û bi hinceta 'propaganda rêxistinê kiriye' hate girtin. Piştî hefteyekê li ser îtirazên parêzeran hate berdan.

Piştî van zextên li ser Taşkesen û Kûtûm, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar got, "Tiştekî bi navê Kurdistanê nîne."

Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê parêzer Mehmet Arak ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û zimanê Kurdî nû nîne, ev yek ji dema avabûna komarê ve dewam dike.

Arak anî ziman ku ev zext di çarçoveya polîtîkaya înkarkirina Kurd û Kurdistanê de tê kirin û destnîşan kir ku Kurdistan û zimanê Kurdî bi înkarê tune nabe, heqîqeteke.

'NABE KU PÊNASEYA KURDISTANÊ WEKE SÛC BÊ NÎŞANDAN'

Arak ragihand ku nepêkane ev heqîqet ji holê bê rakirin û got, "Ji ber ku têkoşînek heye ku hebûna zimanê Kurdî diparêze. Li hemberî têkoşîna ku ji bo parastina çand, ziman û nirxên Kurdan hemûyan diparêze em dibînin ku reflekseke înkar û tunehesibandinê tê nîşandan. Lê li hemberî vê yekê jî gelek heye ku serê xwe li ber zilmê natewîne. Beriya her tiştî, gelo ji kengî ve sûc tê dîtin ku cografyayek bi navê Kurdistanê bê pênasekirin? Di xala 26'an a Destûra Bingehîn de ev gotin û gotinên bi vî rengî di çarçoveya azadiya fikrî de tê destnîşankirin."

'HEQÎQET NIKARE BÊ GUHERTIN'

Arak destnîşan kir ku mesele ji azadiya fikrî jî wêdetir divê weke maf û heqîqetê bê nirxandin û bi dewamî got, "Her çend gotinên bi vî rengî di qanûnê de weke azadiya fikrî tê pênasekirin jî ji vê wêdetir rastiyek heye. Qanûnê binpê bikin û mirovan bigirin jî nikarin heqîqetê biguherînin. Gotina 'Ev der Kurdistan e' teqez sûc nîne û bilêvkirina mafê herî xwezayî ye. Girtina van mirovan li derveyî hiqûqê ye. Li gorî peymanên navneteweyî sûcê esasî astengkirina azadiya fikrî yan jî cezakirina azadiya fikrî ye. Dewlet ji bo dilê girseyên nijadperest xweş bike biryarên bi vî rengî yên li derveyî hiqûqê bide jî nikare rastiya Kurdistanê û zimanê Kurdî ji holê rake. Rastî heqîqeteke dîrokî ye."

'DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ'

Arak bal kişand ser êrişên sîstemê yên li ser zimanê Kurdî û got, "Îro li hemû saziyên dewletê tenê bi Kurdî tê axaftin. Eger tu bi Tirkî nizanibe li van saziyan zehmet e ku tu ji derdê xwe re çareyekê peyda bike. Ji ber êrişên giştî li qada navneteweyî jî cih ji zimanê Kurdî re nayê dayin. Lewma jî Kurdî tenê li malan maye. Bi vê jî namînin, bi rêya televîzyonan û amûrên ragihandinê Tirkî bandorê li malbatan jî dike. Mirov êdî hesasiyeta xwe ya li pêşberî zimanê xwe li malê jî ji dest dide. Lewma divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê."