Kurdên li Rûsyayê ji bo yekgirtinê bang kirin

Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û banga yekgirtinê li hêzên Kurd hemûyan kirin.

Kurdên li herêma Stavrapol a Rûsyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan.

Bi navê girseya gel ji rûspiyên Stavrapolê Mûstafa Asayov axivî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nahêlin ku dagirker bi pêş ve biçin û bi berxwedaneke bêhempa li ber dewleta Tirk a faşîst radibin.

Mûstafa Asayov diyar kir ku dewleta Tirk xitimî ye, lewma hewl dide Kurdan bi Kurdan bide şerkirin û got, "Em hevkariya PDK'ê ya bi dijminê Kurdan re şermezar dikin û banga yekîtiyê dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêza sereke ya gelê Kurd e û bêyî gerîla Kurd nikare azad bibe.

Di daxuyaniyê de bang li xelkê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li ber êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabe.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î jî hate şermezarkirin.