Kurdên li Rûsyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Kurdên li gundê Xûtorê yê Komara Adigeyê ya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Her wiha ji PDK'ê jî xwestin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.

Kurdên li gundê Xûtorê yê Komara Adigeyê ya Rûsyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd daxuyaniyek dan.

Xanimazera Tîmûr bi navê şêniyên Xûtorê axivî û anî ziman ku polîtîkaya înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a faşîst vediguhere komkujiya li dijî Kurdan.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê weke mînaka şênber av ê yekê hate nîşandan û bi navê Kurdên li Rûsyayê ev êriş û hêzên li pişt vê êrişê hate şermezarkirin.

Bi dewamî işaret bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî hate kirin û hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker bi hêza ji PDK'ê werdigire êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Di daxuyaniyê de liv û tevgera PDK'ê ya leşkerî ya li dijî gerîla weke amadekariya ji bo rûdana şerê navxweyî hate şîrovekirin û bang li PDK'ê hate kirin ku dest ji van hewldanên xwe berde, dest ji hevkariya xwe ya bi dagirkeran re berde.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê jî hate kirin ku li dijî êrişên li ser Kurdan helwestê nîşan bide.