Kurdên li Rûsyayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Li bajarê Stavropol ê Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo yekîtî û têkoşînê bang li gelê Kurd hate kirin.

Kurdên li herêma Stavropolê ya Rûsyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ji rûspiyên herêmê Îbrahîm Bazûyev û endamê Meclîsa Kurdan a Stavropolê Mûstafa Asoyev diyar kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çawa ku heta niha li dijî dewleta Tirk têkoşîneke serketî meşand, ew di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve jî ev têkoşîn wê bi serketî dewam bike.

Qisekeran berxwedana zindanan a girtiyên siyasî yên Kurd silav kirin û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkoşînê.

Her wiha bêdengiya CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê hate bibîrxistin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin.

Her wiha ji PDK'ê û Malbata Barzanî jî hate xwestin ku nekeve xefikên dewleta Tirk a faşîst û xwîna xwişk û birayên xwe nerijînin.