Kurdên li Ewropayê ji bo Gezen daket qadan

Ji bo Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî pêk anî, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî pêk anî, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, Kurdistanî doh êvarê li Kings Crossê li hev civiyan û bal kişandin ser çalakiya Zulkuf Gezen. Di çalakiyê de hate xwestin, ji bo şehadetên din rû nede, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo Zulkuf Gezen li ber Gara Trenê ya Navendî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Kurdistanî xwedî li Gezen derketin û bi qîrîna dirûşman faşîzma AKP û Erdogan şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên Gezen hatin vekirin û ji bo bîranîna wî kulîlk hatin danîn. Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz li qada çalakiyê axivî û got, faşîzma AKP-MHP'ê bi mezinkirina berxwedanê dikare têk biçe.

HAMBURG: Çalakiya li bajarê Hamburgê jî bi pêşengiya ciwanan pêk hat. Ciwan li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan û wêneyên Zulkuf Gezen, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hildan. Çalakger bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Şehîd namirin" heta ber parlamenta Hamburgê meşiyan û bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.

DUISBURG: Ji bo xwedîderketina li Zulkuf Gezen bi dehan Kurdistanî tevî dostên xwe li ber gara trenê ya navendî mîtîngek pêk anîn. Qisekeran diyar kirin ku Zulkuf Gezen bi çalakiya xwe bûye yek ji sembolên mezin ên xeta berxwedanê ya Newrozê û 14'ê Tîrmehê.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, bi heman armancê li Hauptplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgeran pankart û posterên çalakgeran hildan. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 20'ê Adarê banga tevlîbûnê hate kirin.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlînê meşek hate lidarxistin û çalakiya fedayî ya Zulkuf Gezen hate silavkirin. Di çalakiyê de bêhurmetiya dewleta Tirk a li cenazeyê Gezen kir, hate şermezarkirin. Kurdistanî li gel baran û sermayê bi qîrîna dirûşmên "Zulkuf Gezen namire", "Leyla Guven rûmeta me ye" meşiyan. Piştre ji bo bîranîna Gezen li Adelbert Strasseyê deqeyek rêz hate girtin. Ji bo mîtînga mezin a Newrozê ya li Frankfurtê banga tevlîbûnê hate kirin.

HANNOVER: Li Hannoverê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî çalakiyek hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de daxuyanî hate dayin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êdî sebra gelê Kurd nemaye. Niha di cih de wezîfeya xwe pêk bîne. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û aştî, wekhevî û azadî bên Kurdistanê."

BORDEAUX: Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvan li navenda bajêr bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan. Di çalakiyê de li dijî tecrîdê bang hate kirin ku berxwedan bê mezinkirin.

TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê Fransayê, Kurd tevî dostên xwe li meydana Jean Jaures li hev civiyan û ji bo bîranîna Zulkuf Gezen mîtîngek pêk anîn. Dostên Kurd ên Fransayî li mîtîngê axivî û diyar kirin ku li dijî tecrîdê ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Kurd.

MARSILYA: Li Marsilyayê Kurdistanî danê êvarê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li hev civiyan û li ser berxwedana li dijî tecrîdê bi zimanê Fransî belavok belav kirin. Di çalakiyê de ji bo serhildanê bang hate kirin.

REIMS: Li bajarê Reims ê Fransayê jî Kurdistaniyan li Place d'Erlonê stant vekirin û li ser jiyan û çalakiya Zulkuf Gezen belavok hatin belavkirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistanî tevî dostên xwe li ber gara trenê ya Stockholmê li hev civiyan. Di çalakiyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan agahî ji raya giştî re hate dayin.

ZURICH: Çalakiya li bajarê Zurich ê Swîsreyê li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat û xwedî li çalakiya Zulkuf Gezen hate derxistin. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê û berxwedêrên greva birçîbûnê hate şermezarkirin.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê jî Kurdistanî meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de ku ciwanên çep sosyalîst ên Swîsreyê jî piştgirî dan, pankarta bi nivîsa "Bila daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin, azadî ji girtiyên siyasî hemûyan re" hate hildan. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li mîtîngê axivî û ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re bang kir.

BASEL: Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi pêşengiya Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li ber gara trenê ya Baselê çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ji bo Zulkuf Gezen û berxwedêrên greva birçîbûnê dirûşm hatin qîrîn û belavok hatin xwendin.

CENEVRE: Li bajarê Cenevreyê jî li ber avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê û saziyên navneteweyî hate şermezarkirin.

LOZAN: Li bajarê Lozan ê Swîsreyê Kurdistanî tevî dostên xwe li ber dêra St. Laurentê li hev civiya û mîtîngek li dar xistin. Bi navê Tevgera Çep Kesk a Kantona Vaudê Parlamenter Jean Michael Dalivo û bi navê Partiya Kes jî Ilias Penchard jî li qada çalakiyê axivîn. Qisekeran gotin, "Em têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd silav dikin" û ji bo ji niha û pê ve mirov jiyana xwe ji dest nedin, xwest ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê bi dawî bûne.

SOLOTHURN: Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê ji bo bîranîna Zulkuf Gezen li ber gara trenê ya bingehîn çalakî hat lidarxistin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.