Kurd li dijî qetlîaman li ser lingan in

Kurdiyên ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê kom dibin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Çalakiya rûniştinê ya her hefte roja Çarşemê Kurdistanî li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre ya Swîsreyê lidar dixin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiya vê hefteyê de êrîşa li ser Kampa Qadiya ya li ser Êzidiyan hate kirin, hate protestokirin.

Çalakî saet 14:00’va veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de ji bo yên li Kampa Qadiyê jiyana xwe ji dest daneî deqeyek rêz girtin.

Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî û êrîşa li ser Kampa Qadiye ya ku welatiyên Êzidî ji ber qetlîamên DAÎŞ’ê reviyane ne ji rêzê û tesedûf e. Saglam got: “Deleta Tirk a li ber têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê li Şengalê winda kir, carekî din berê xwe da civaka Êzidî.

Ev êrîş ji serdana Serokkomarê Fransa Emmanûel Maccron a li Başûrê Kurdistanê ne cuda ye. Bi van êrîşên li ser destkeftiyên glê Kurd û Kurdan, peyama ku Fransa û dewletê Ewropa didin vekirî ye.”

Saglam êrîşa li ser Kampa Qadiyê jî bibîr xist û got wiha domand: “Em tim li gel wê yekê ne ku xelkê Şengalê vegerin ser cih û warê xwe û rêveberiyên xwe bi xwe ava bikin.”

Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Fransî hate xwendin û piştre jî dirûşmên ku qetlîamên li ser Kurdistanê şermezar dikin, hatin qîrkirin.