Kurd ji bo azadiyê wê bimeşin Amarayê

Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 4’ê Nîsanê de gel û partiyên siyasî bimeşin Amarayê.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) û nûnerên rêxistinên sivîl têkildarî bernameya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya MED TUHAD FED'ê daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê ji hêla Rêvebera MED TUHAD-FED'ê Safiye Akdag ve hate xwendin. 

Akdag, wiha got: “Ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Li gel ku bi sedan caran ji aliyê parêzerên wî û malbata wî ve serlêdanên hevdîtinê hatine kirin jî, ev hewldan bêbersiv man. Ji xeynî 25 ê Adara 2020’an ku li ser telefonê hevdîtin hate kirin û piştre hate qutkirin, tu agahî jê nehatine stendin. 

‘BANDORA OCALAN A LI SER PIRSGIRÊKA KURD Û ROJHILATA NAVÎN TÊ ZANÎN’

CPT’yê jî têkildarî hevdîtinê heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekirine. Ev pêkanîn û bêdengiya li hemberî bertekên raya giştî ya demokratîk, li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Rista birêz Ocalan a di derheqê pirsgirêka Kurd de û bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê baş tê zanîn. 

Di Newroza 2013 an de bi xwendina nameya wî re bi milyonan kes ber bi qadê ve herikîbûn û nîşan dan ku bi vîna xwe li pey wî ne û li gel rêya ku daye pêşiya gelan de ne. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan maseya mûtabeqetê hilweşand, li Tirkiye û li Kurdistanê pêvajoya herî reşetarî ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, dest pê kir. Bi awayekî hovane û bênavber polîtîkayên qirêjî, kuştin, îşkence, girtin û bêhiquqîyên li ser gelê Kurd, kes û saziyên demokratîk hatin meşandin û ev kiryar hêj didomin. 

‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIRÊZ OCALAN E’

Gelê Kurd û derdorên azadîxwaz li dijî van hemû pêkanînan, îsal jî hem di 8 ê Adarê de û hem jî di Newrozê de li qadan tecrîda hovane ya li ser birêz Ocalan şermezar kirin û li dijî daxwaza  radestirinê bertekên xwe nîşan dan. Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê Kurd û gelên din herikîn qadan û daxwaza azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê kirin û dîsa destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratik birêz Abdullah Ocalan e.   

 Ji aliyê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên azadîxwaz ve rojbûna birêz Ocalan anku 4’ê Nîsanê li dijî şer bûye sembola aştiyê, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê û li dijî mêtîngeriyê bûye sembola wekheviyê. Di vê rojê de her sal ji bo jiyanek e nû ya azad, pîrozbahî, şahî û bernameyên cuda tên lidarxistin, dar tên çandin û ber bi Amarayê ve meş tên lidarxistin. Îsal jî bi dirûşma ‘Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ em ê ji bo daxwaza azadiya hemû gelan, bi hev re berê xwe bidin Amarayê. 

BANGA JI BO MEŞÊ Û BERNAME

Ji bo pêkhatina daxwaza me Kurdan û hemû gelên azadîxwaz a herî xwezayî, neteweyî û civakî ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a fizîkî, ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina demokratîk û aştiyane em we vedixwînin meşa Amarayê. 

Em ê bi hev re, bi têkoşîneke domdar û encamgir tecrîdê bişikînin û azadiya birêz Ocalan a fizîkî û ya hemû dîlgirtiyên azadiyê pêk bînin. Bernameya îsal di navbera 1 û 10 ê Nîsanê de çandina daran, li her bajarî plansaziyên pîrozbahiyê û 4’ê Nîsanê jî bi gelemperî meşa ber bi Amarayê pêk tê."

‘OCALAN MÎSYONA XWE JI BO AŞTIYA BI RÛMET XERC DIKE’

Piştî daxuyaniyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Ocalan di her şert û mercan de jî mîsyona xwe ji bo aştiyeke bi rûmet xerc dike. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo Kurdan şexsiyeteke gelemper nîne. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, divê azadiya wî ya fîzîkî çêbibe. Ji bo birêz Ocalan û gelê Kurd hemû kesan vedixwînim meşa 4’ê nîsanê. Em ê li wir ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin.”

‘ROJBÛNA WÎ ROJBÛNA GELÊ KURD E’

Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê Kurd, bi felsefe û paradîgmaya xwe ve serokê Rojhilata Navîn tevahiyê ye. Her wiha rojbûna wî rojbûna gelê Kurd e. Bêyî Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe û demokrasî nayê. Em bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin û li wir peyamekî girîng bidin. Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev nabe.”