Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kujerê zarokan wek Şêwirmendê Hiqûqê hat tayînkirin

Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû ku li navçeya Bismilê bi wesayîta fermî li zarokekê dabû û bibû sedemê mirina wî û pişt re hatibû girtin, weke Muşawirê Hiqûqê tayînî Walitiya Çorûmê hate kirin.

Di Biryarnameya Tayînkirina Amirên Îdareya Mulkî ya 2022’an de bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî hat weşandin de tayîneke balkêş çêbû. Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû ku li navçeya Bismila Amedê bi wesayîta fermî bi awayekî serxweş li zarokê 13 salî Muhammet Çelîk dabû û bibû sedemê mirina wî û pişt re hatibû girtin, weke Muşawirê Hiqûqê tayînî Walitiya Çorûmê hate kirin. Şûna Sînanoglû jî Qeymeqamê Dûtax’a Agiriyê Enîs Aslantatar weke Qeymeqamê Kercewsê hate tayînkirin.