Kujerê Omer Elûş ê girêdayî MÎT’ê hat girtin

Hêzên Ewlehiyê, kujerê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş girt ê ku hatibû îspatkirin ji bo kuştinê MÎT’ê ferman daye.

Kujerê Berpirsê Komîteya Karê Derve yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hindirin ve hate girtin.

Kesê hatî girtin bi komekê re tevdigeriya û hate tespîtkirin ku fermana qetilkirinê ji îstixbareta Tirk (MÎT) wergirtiye. Lêpirsîn didome.

Berpirsê Komîteya Karê Derve yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş di 16`ê Adara 2018’an de li navçeya Eyn Îsa a Girê Spî hatibû qetilkirin.