Kujer Gencer, ji berê ve êrîş plansaz kiriye!

Onûr Gnecer ê Sûriyeyê bi çekan wêne kişand ku êrîş bire ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û li vir Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir, derket holê ku emniyetê destûra çekê daye wî.

Kujer Onûr Gencerê 27 salî êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û di hundirê avahiyê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz a 38 salî kuşt. Piştî ku Poyrazê kuşt polîsan Gencer binçav kir û ew birin midûriyeta polîsan. Kujer Gencer di îfadeya xwe ya ewil a li midûriyeta polîsan, anî ziman ku bi mehan e plansaziya êrîşê kiriye.

Gencer, di îfadeya xwe de aniye ziman ku bavê wî karkerê tekelê bûye û teqawid bûye, xwişkek wî xwendekar e, ne endamê tu partî û komeleyan e û dayika wî miriye. Kujer Gencer, di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku bi malbatî li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê dimînin, leşkerî nekiriye û di destpêka sala 2020'î de wekî karmendê tenduristiyê çûye bajarê Minbicê yê Sûriyeyê û li demekê li wir xebitiye.

Gencer, di îfadeya xwe de gotiye: "Min di Nîsana 2021'ê de ji karmendiya tenduristiyê îstifa kir. Niha naçim kar."  

Gencer, ji bo pirsa "te çima êrîşek wiha kir" jî gotiye: "Di 16'ê Hezîrana 2021'ê de polîsekî întihar kir. Min jî derbarê wî de hin parvekirin kirin. PKK'yiyan heqaret li min kirin. Çêr ji dayika min a mirî û xwişka min re gotin. Min jî bi heman awayî bersiva da wan. Ji zarokatiya xwe ve plansaziyan dikim ji bo PKK'yiyan bikujim. Bûyer jixweber çêbû."

Gencer, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku di Çileya 2021'ê de li ser Googleyê li navnîşana HDP'a Îzmîrê geriyaye.   Gencer, aniye ziman ku ji bo keşfê çûye kursa "Perfect Îngilîzce" ya li Xana Kar ya Îhsan Kayin a li ser avahiya partiyê.

Gencer, di berdewama îfadeya xwe de gotiye: "Ji bo keşfê çend caran tevgeriyam. Ji bo karibim çekê li ser xwe bigerînim, di Gulana 2021'ê de min ji bo ruxsetê serî li Midûriyeta Polîsan a Gazîemîrê da û min ruxseta demborî stend. Min li Kizlaragasiyê ji kesê bi avê Mehmet bi 3 hezar û 500 TL'yî çek stend. Min 10 fîşek xistin vê çekê û min bûyera îro pêk anî. Min 10 fîşek bera hundirê avahiya HDP'ê dan. Armanca min, ew bû ku li wir çend kesan zevt bikim. Lê kesek li wir bû. Ji ber ku ez wisa difikirim PKK'î jî tên vira, min tu ferqî nexist navê. Heger hin kesên din hebûna, min ê bera wan jî bida. Piştî çalakiyê min çeka xwe xist çente. Gava ji cihê bûyerê çûm polîsan ez destgîrkirim."

Derket holê ku qatil û êrîşkar Onur Gencer piştî êrişa xwe ya bixwîn wêneyê Denîz Poyraz a di nava xwînê de ma bû kişand û di rewşa xwe ya WhatsAppê de parve kir. Hat dîtin ku Gencer wêneyê Denîz bi gotina “yek term” parva kir.